Home Forums GOTINÊN STRANAN A Arşîva Radyoya Erîvanê Seyadê Şamedîn – Ax Eman Eman

Viewing 1 post (of 1 total)
  • Author
    Posts
  • #25159
    Xelîl
    Keymaster

    Çiya bilinde rê lê berde,
    Te dilê min kiriye behra derda,
    Îsalke delalê canê,
    Serê mi bide ser zenda.
    Ax eman eman eman,
    Çi kulîlka devê çeman,
    Were were ezî qurban,
    Ax eman eman eman,
    Çi kulîlka devê çeman,
    Were were lawo qurban.
    Te şîrînê av şerbetê,
    Biçûktiya mi da dilê mi ketê,
    Nizam çima nikarim bîr kim,
    Heta roja qiyametê.
    (DÎSGOTIN)
    Çûme nava çevreşan,
    Çima te tiliya min kişand,
    Ji bo hub û eşqa dilan,
    Kerba dilê min êşand.
    (DÎSGOTIN)
    Te çevreşê birû qeytanî,
    Tu gul î li ber bîna min î,
    Xewê şeva li min herimî,
    Saet û gavê li bîra min î.
    (DÎSGOTIN)

Viewing 1 post (of 1 total)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Here Herî Jor