ji mir nebêj ezê herim xerîbiyê bi vê gotinê tu min dikûje li dawiyê ew sozên te ji mir nivîsî li ser riya bi lez bûrîn ketin bin toza beriyê lolo dildaro lolo sozdaro
te ji mir digot ji te pêve min kes nîne te ji mire digot memê ala me tu zîne jibo te ezê xera bikim sûrê çînê ji tere bînim ji hindistanê gul û bînê lolo dildaro lolo sozdaro
ji mir re nebêj ezê nama ji tere rê kim gulîstanê girêdayî ezê çêkim qesra şêrîn ji mermera min qet navê go tu here min ji tora dila bavêj lolo dildaro lolo sozdaro
min çavê xwe bi dîtina te kil dikir min dilê xwe bi evîna te şa dikir bê te jiyan bo min dibe çiya û çol bo min bêje evîndaro kiye bê ol lolo dildaro lolo sozdaro
Ey dildaro, di zindana evîna te de, ez mam û mam û hin tu dûr û dûr kî ji me derewa bi rastiya evînê dihûne û kî ji me soza di sifriya vî zemanî de pûç dike û kî ji me biharan bi destara zivistana hûr dike bese dildaro bes. çiqas tu bihara min bi xunav bike nema ji te bawer dikim na nema ji te bawer dikim dildaro.