Home Forums GOTINÊN STRANAN D Dilo Doxan Dilo Doxan – Yar û Hêvî

Viewing 1 post (of 1 total)
  • Author
    Posts
  • #26745
    Xelîl
    Keymaster

    Yarê bera tiştekî min li diniyayê qet nebê
    Lê tenê bes cîkî min di dilê tey mezin hebê

    Ne bêje go em hij hev bikin wê çawa bê çi bibê
    Heger evînî gûneh be bera cinet ne jimire be

    Ji mirinê tez rakirim şûna kûlan te çand gula sosinê
    Ey nêrgizê misk û lalê kêf û eşqa jiyana min bidinê

    Evîna te nasnemaya min go ez mirovim li dinê
    Dilêm bê te wek zaroka tirsiyayî her wê hilçenê

    Bejna te wek gûlîdanek bûhar têde bi tevahî rûdinê
    Dengê tey nazikî germ kûl û xeman bi yek car diçinê

    Ez bi gorî dev û lêvim ew xala li ser çenê
    Ew çavîkên di dêman de gava go tu dikenê

Viewing 1 post (of 1 total)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Here Herî Jor