Home Forums GOTINÊN STRANAN K Koma Agirî Koma Agirî – Welat

Viewing 1 post (of 1 total)
  • Author
    Posts
  • #30271
    Xelîl
    Keymaster

    Derdê dilê me pir hene
    Hezaran sala li ber me ne
    Barê giran, barê me ye
    Tivinga me li milê me ye
    Kurdistan tim li bîra me ye
    Şoreş her li pêşiya me ye

    Heyva adar ji me re nîşan
    Xortên me li ser Cûdî û li Sîpan
    Li Herekûl û li Gabar
    Xwînê ji welat re dikin diyar
    Bo serxwebûn, bo niştiman
    Bo serkeftina me kurdan

    Di kê de ma tirs û lêdan
    Îro dem dema serhildan
    Ji îro pêde bi hevdu bikin
    Karker bi gundî bi sîlah bikin
    Pîs û çete tune bikin
    Welatek nû ava bikin

    Çavkanî: BêjeBêje

    https://www.youtube.com/watch?v=CtXooW7EsGo

Viewing 1 post (of 1 total)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Here Herî Jor