Home Forums GOTINÊN STRANAN K Koma Agirî Koma Agirî – Lê Nazê

Viewing 1 post (of 1 total)
  • Author
    Posts
  • #30272
    Xelîl
    Keymaster

    Lê nazê, tu nazî
    Lê delalê neke gazî
    Tu jî wek min dixwazî
    Lê serxwebûn û azadî

    Nazê rabe bi min re lê
    Riya me bû bi çira
    Guh mede zêr û dira
    Ev dem dema karkeran
    Ev dem dema şerkeran

    Nazê êdî li me şerim e
    Kela xwîna me germ e
    Heta kengî bimîne lê
    Dijmin paşa li ser me

    Nazê rabe bi hevalî lê
    Welat yek e, ne çarî
    Destê xwe bide destê min lê
    Em ê rakin zordarî
    Em ê rakin kedxwarî

    Nazê bihar nemirî
    Bi xwîna Mazlum xemilî
    Tu car ji bîra min narê
    Nav kolaye ser dilî lê

    Nazê were meydanê lê
    Rewşê bide cîhanê
    Roniyê bide zîndanê lê
    Nîşana Kurdistanê

    Nazê qîrke li gundiyan
    Arbê ketî ser çiyan
    Bê zorzorê rûviyan
    Jiber şêran dibazî lê

    Çavkanî: BêjeBêje

    https://www.youtube.com/watch?v=r7h9C7mBOBY

Viewing 1 post (of 1 total)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Here Herî Jor