Adem Tepe & İbrahîm Rojhilat – Ay Lê Gulê
👁️ 2 Dîtin
ay lê gulê gula minê
şêrîna li ber dilê minê
gulê nadim malê dinê
ez ser gulê têm kuştinê
gulê kesk û sor û zer e
nîşana alê li ser e
êdî reng sipî û gewher e
şêrîn û peymana minê
rengê te yê pir delalî
bilbil li ser te dinalî
te nebînim bi vî halî
armanc û kedera min î
zordar dibê ez gul nadim
ezê zend û benda badim
ezê lê gilh û seradim
azad bibî bi şorşa minê
bi xudê ez pismamê te me
bi sûnd pesindarê te me
ser ceng û hewarê te me
qelenê te ji xwîna minê
Helbest: Rêncber
Muzîk: Mihemed Şêxo