Adem Tepe – Dûr Ketim

👁️ 2 Dîtin

Rojek ji rojê havînê
Bûm Evîndarê xayînê
Agir berda nav dilê min
Çav belaka ,Çav heşînê

Ez dûr ketim ji çavên te
Ez dûr ketim ji porên te
Ez dûr ketim ji bêhna te
Were, were, bê te nabe

Eman dilo reben dilo
Tu dixwînî wek bilbilo
Ji destê vê yara xayîn
Bûyî behra xem û kulo

Ez dûr ketim ji çavên te
Ez dûr ketim ji porên te
Ez dûr ketim ji bêhna te
Were, were, bê te nabe

0/5 (0 Deng)
Herî Jor