Agît Işık – Rojên Tarî

👁️ 2 Dîtin

Mijê girt ser welatê min, ka heyv û roj, ka asîman?
Ket ser şar û kelehên min, tîr tê re naçe mijek giran.
Ava spî bi çavan de hat, rê û rêçik tev wenda ne.
Li beriya min aso dûr e, dergeha min bûye leylan…

Derdan heland hinav û dil,diaxivin kul û birîn.
Janê daye dilê bi kul, ji ber daxan dikim qêrîn,
Dikim hawar , gazî dikim li heval û cîranan.
Ji birînan min bi cok in, ji çavên min çemên bi xwîn…

Helbest : Bro Omerî

Wergera Tirkî(Türkçe Çevirisi)

0/5 (0 Deng)
Herî Jor