Aram Tîgran – Asê
👁️ 2 Dîtin
Asê têye kaniyê, lê Asê
Qulê zêra eniyê ye, lê Asê
Lê Asê, Asê, Asê, Asê ax Asê
Sûretsorê, tew xasê, can Asê
Derê mala we dar e, lê Asê
Asê gund de dersdar e
Lê Asê, Asê, Asê, Asê ax Asê
Sûretsorê, tew xasê, can Asê
Lingê Asê xilxal e, lê Asê
Xilxalê xweş qaş daye, lê Asê
Çavê xorta li te ye, lê Asê
Dîna wan bejina teye, lê Asê
Bejina Asê kember e, lê Asê
Asê gund de digere, lê Asê
Gotin: Ehmedê Gogê
Muzîk: Aram Dîkran