Aram Tîgran – Qîmet
👁️ 5 Dîtin
Ax Qîm, ne dûrî min biya
Bidil destûrî min biya
Şeirî li ser singa min biya
Egîd xezûrê min biya
Ne Qîm dûr dûrî te biya
Bidil destûrê te biya
Hala tembîrê te bûya
Bidil destûrî me biya
Ax Qîm li mala min biya
Heqî helala min biya
Zend li ber pala min biya
Û galegala min biya
Ne Qîm li mala min biya
Ne gale gala te biya
Xem û xeyala te biya
Hazir helala te biya
Ax Qîm ne Qîma min biya
Xanim Helîma min biya
Kul û birîna min biya
Jar û hekîma min biya
Gotin: Ferîkê Ûsiv
Muzîk: Aram Dîkran