Awazên Çiya – Oremar

👁️ 2 Dîtin

Oremarê bilind e zozan û gelî û gund e
Gerîla lê bûne kom çar hawîrdor govend e
Hevalan serî hildan

Zinar li ser govend e bejna zirav lewend e
Şiyar li ser govend e çavbelek û levend e

Şer û ceng û dîlan e reqreqa mertalan e
Şûrê destê gerîla li neyaran ferman e
Gerîla xweş tol hildan

(Dîsgotin)

Sê şev sê roj berxwedan çember girtin bernedan
Pergala Tûraniyan kirine dîl û perîşan
Hevalan serî hildan

(Dîsgotin)

Govend geş bû li çiyan Kurdistan bû serhildan
Textê romê hejandin li cîhanê deng vedan
Gerîla xweş tol hildan

0/5 (0 Deng)
Here Herî Jor