Ayfer Düzdaş – Leyla Güven

👁️ 2 Dîtin

Keçên kurdan şervan in
Hember tarî bang didin
Şêr li her derê şêr e
Çi jinê xwe çi mêr e

Leyla navê jiyan e
Leyla deng da cîhane
Bû hevala Zarîfe
Hember tarî deng dide

Ez Dîcle û Firat im
Koçgirî, Ararat im
Li zindanan deng didim
Keça kurd im serbilind im

(Dîsgotin)

Berxwedana sedsalî
Şev lê da şeva tarî
Zindanên zaliman da
Mehra Xizirê Kalî

(Dîsgotin)

0/5 (0 Deng)
Here Herî Jor