Bajar – Koça Dawî
👁️ 2 Dîtin
ev çi galegal e
gume guma dilan e
ji şivaqa sibê da mehşera mezin
cil û bergên paqij dibiriqin
bang dikin:
“em vedigerin
tamara dara pîr vebû bi sebra me ya zêrîn
cîranên dilsoz em bar dikin, xwe baş binêrin”
oxir kin van hevalan/cîranan
risqê me jî li bajêr e…