Baran Kendeş – Min Dît Gulek

👁️ 2 Dîtin

Min dî gulek dilxemgîn e
Gulek sor û dilbirîn e
Gelek nazdar û şîrîn e
Dilê gulê bi kerb û kîn e
Li min gulê lê…

Çav ji rondikan tijî xwîn e
Derdê gulê her evîn e
Evîndara şalûle dîn
Şev û rojan dikenîne
Evîndara şalûle dîn
Dibêjin ew kirin nîne
Li min gulê lê..

Gulê hewar û gazîn e
Min pirsiyara vê gulê kir
Digotin gul Kurdistan e
Şalûl Kurdekî xemgîn e
Li min gulê lê..

Gulêê..gulê..
Min dî gulek dilxemgîn e
Rengê gulê sor û zerîn e

Min dî gulek dilxemgîn e
Gulek sor û dilbirîn e
Gelek nazdar û şîrîn e
Dilê gulê bi kerb û kîn e
Li min gulê lê..
Li min gulê lê..

0/5 (0 Deng)
Herî Jor