Bengî Agirî – Heyvanê Azadîyê

👁️ 2 Dîtin

Gelê serê kanîyê
Xwediyê ked û hêvîyê
Bi destê xwe davêjin
Heyvanê azadîyê

Ev ne xewn e rastî ye
Ew jî roja biratî ye
Kurd nemaye pir nêz e
Bihev biçin azadîyê

Mêrdînê mêrdînê
Pir bedew û şêrînê
Deşta te birîndar e
Ma tê kengî bibînê

Ev dujminê bê îman
Welat tev kirne talan
Ka rab rahêj ala xwe
Bêje bijî Kurdistan

Kobanê û Efrînê
Hildan ala renginê
Îro ke dinivîsîne
Bi xwîn û tîpên zêrinê

Qamişloka şêrînê
Her bajarê evînê
Sînor tevde riziya ne
Xwe bighîn Nisêbînê

Ez Diyarêbekir im
Ne raza me li vir im
Can feda ji bo Rojava
Ez ji pola û kevir im

Nebêjin qey raza me
Ez dayka şêra me
Mezlûm, Xeyrî û Kemal
Di paşla xwe da şîr dame

0/5 (0 Deng)
Here Herî Jor