Burhan Berken – Sosin

👁️ 2 Dîtin

Sosin sosin sosin sosina li mêrg û çiya ye
Qîzik çûne dîlanê hemî kemberê badaye
Ji eşqa ramûsanê aqil û sevda nemaye
Ji derdê ramûsanê aqil û sevda nemaye

Sosin sosin sosin sosina li mêrg hêşîne
Qîzik çûne dîlanê hemî kemberê rêşîn e
Min ji derdê ramûsanê aqil û sevda danîne
ji derdê ramûsanê aqil û sevda danîne

Sosin sosin sosin sosina li mêrg û li pêş e
Keçik çûne dîlanê hemî kemberê gurîş e
Ji eşqa ramûsanê aqil û sevda difroşe
Ji derdê ramûsanê aqil û sevda difroşe

Sosin sosin sosin sosina li mêrg û belek e
Keçik çûne dîlanê hemî kemberê xelek e
Ji derdê ramûsanê aqil û sevda gelek e
Ji derdê ramûsanê aqil û sevda gelek e

0/5 (0 Deng)
Here Herî Jor