Cemîl Qoçgirî & Tara Jaff – Baran Barî

👁️ 2 Dîtin

Baran barî Gulê Gulê tene tene
Vana rêçên were Gulê min û te ne
De bilezin Gulê Gulê zu bi meşe
Rojên giran were Gulê li benda me ne

Baran barî Gulê Gulê hûr hûr lê kir
Gul û sosin were Gulê rengê xwe vekir
Çiya û zozan Gulê Gulê tev xemilîn
Kanî û rûbar were Gulê tevda derkir

Baran barî Gulê Gulê her der xweş kir
Dar û zevî were Gulê tevda geş kir
Tu ciwan e Gulê Gulê pir bedewe
Dilê nerin dan Gulê derda reş kir

0/5 (0 Deng)
Here Herî Jor