Cemîl Qoçgirî – Gewrê

👁️ 2 Dîtin

Cîran bardikin giran giran
Hevra bûne gur û beran
Hal xatirê hev pirs nakin
Tenê seba (seva) zîv û zêran

Lê lê gewrê mal xirabê
Bejna zirav, pir nazikê
Te mala min şewitand
Dermanê dilem(in) nadê

Gul û sosin qe venakin(venabin)
Deşt û zozan qe şên nabin
Kew û bilbil qe naxwînin
Hemu derdê te yê giran

Lê Lê gewrê mal xirabê
Bejna zirav, pir nazikê
Te mala min şewitand
Dermanê dilem(in) nadê

https://www.youtube.com/watch?v=9LPqLdapNSI
0/5 (0 Deng)
Here Herî Jor