Ciwan Haco – Te zû têderanî

👁️ 2 Dîtin

Hate ber derî
Min lê nenêrî
Lê gava ew çû
Min dil daye dû

Ka ew çavên reş
Ka ew dêmên geş
Ka ew bîna xweş
Ka ew reng û rû

Yara min bakir
Ey bilbilê dîn
Li ser çi digrî
Qêrîn û nalîn

Yara te wa ye
Li ber çava ye
Ev deşt û çiya
Tev xweş kir bi bîn

Bilbil tu zanî
Gelo ez kime?
Tu tim serbest î
Lê ez girtî me

Bê lîs û hêlîn
Bê ol û bê dîn
Ez im Cegerxwîn
Xortê Kurdî me
Helbest : Cegerxwîn
Muzîk : Ciwan Haco

0/5 (0 Deng)
Here Herî Jor