Ciwan Haco – Giryan im bes e

👁️ 2 Dîtin

Ez ji xew rabûm welatim
Ez bi qurbanim bese
Tevde rabûn Rojhilatim
Sebr û samanim bese

Ev dema serbestîye
Bindestî êdî çû nema
Şad û dilxoş û bilind bim
Heps û zîndanim bese

Em hemî dost û bira bin
Da bibî bax û bihişt
Min ji nêv baxê cîhanê
Bax û bistanim bese

Omrê min çû tev di vê rê
Roj û şev nalî û girî
Das û çakuç wa me hildan
Qîr û giryanim bese
Gotin: Cegerxwin
Musîk: Ciwan Haco

0/5 (0 Deng)
Here Herî Jor