Ciwan Haco – Rêya min dûr e

👁️ 2 Dîtin

Rêya min dûr e
Hatime li rêka dûr e
Lê zeriyê ez westiyam
Awirê çavên te pir kûrin

Ma rast e tu dengê min nakî
Ma şerm e ku tu ba’kî
Evîna te ez kuştim
Da ji vê êşê tu min rakî

Ez bûme komek hestî
Tu ji Xwedê qet natirsî
Dîtina çavên te derman e
Tu li halê min napirsî

Gotin: Dîlber Haco

Muzîk: Neşet Ertaş

0/5 (0 Deng)
Here Herî Jor