Ciwan Haco – Dil Ji Min Bir

👁️ 2 Dîtin

vê yarkujê tîrek weşand
hinav û dil pê herişand
agir bi ser da lê reşand
sed bîr û bawer hilweşand

hawar ji min dil bir ji min…
dilek nema ku nelivand
kesek nema ku/wê neçivand
bi vîna xwe wê nenivand

wê dil ji pîran jî revand
perde nema wê nedirand
sofî ji kûncê zîvirand
ji ser û dil îman firand

vê yarkujê …(Dîsgotin)

hawar li min dil bir ji min..

Helbest: Sebrî Botan
Muzîk: Ciwan Haco

0/5 (0 Deng)
Here Herî Jor