Grup Lilith – Lorî Lorî Lorîka Min

👁️ 2 Dîtin

Em koçerên rêya dûr in
Birîndar in birîn kûr in
Tî û birçî li van çolan
Pîr û kal in jin û hûr in

Lorî lorî lorika min
Sebr û arama jîna min
Tu dihalê ber çavê min
Çare nayê ji destê min

Wekî deva çav sor kirin
Bî napalim êrîş kirin
Bihar tarî û reş kirin
Canê şêrin hev par kirin

Kurem canê şêrin biha
Erzan diçe iro wiha
Ev mirina bi vî rengî
Gelek tale zor û zula

0/5 (0 Deng)
Here Herî Jor