Gulê – Dengê Zerdeşt

👁️ 2 Dîtin

Tu buyî dengê Zerdeşt
Kawayê Medyayî
Tu buyî resmê Manî
Baxçe yê ronahiyê
Tu buyî dengê Îsa
Çarmixa romayê
Dengê Hesen û Hüseyn
Di nav Kerbelayê
Tu buyî deng û rengê
Jiyan û azadiyê
Gel orkestra te bû
Serhildan awaze
Zilan rengê te bû
Bihar û Newroze
Mazlum dengê te bû
Agît rext û saze
Zilan çelengtir bû
Li ser monalîze
Tu buyî deng û rengê
Jiyan û azadiyê

Gotin û Muzik: Ehmed Ekaş

https://www.youtube.com/watch?v=Mt8gCjrQWGA
0/5 (0 Deng)
Here Herî Jor