Hozan Aytaç – Nalîna Te Me

👁️ 2 Dîtin

Ez xerîb im ez dilkul im ez bê hal im
Ez aşiqê bêhna te me bêhna gula min
Nikarim bikşînim êdî ey şêrîna min
Sebr û tebat li min ne ma, nalîna te me

Wey felekê belkî mala te xera be
Te çima ji min sitandî dost û yara min
Dinya bûye mîna zindan li ser serê min
Sebr û tebat li min ne ma, nalîna te me

Ev çend sal e çend zeman e wey la halê min
Wan çavên te wî bejna te wa li ber çavê min
Gul û gulîstana min î çav xezala min
Sebr û tebat li min ne ma, nalîna te me

0/5 (0 Deng)
Here Herî Jor