Hozan Serhad – Ax Kurdistan

👁️ 2 Dîtin

Kurdistan deşt û şavên te rengîn in
Baxên gulan
Kurdistan kal û bavên te zengîn in
Kaniyên zêran
Kurdistan ceng û barên te şêrîn in
Avên çiyan
Ax kurdistan ax kurdistan

Niştiman karkerên te raperîn e
We qehreman
Niştiman Keç û xortên te gihan e
Şêrên çiyan
Niştiman zarokên te tev şiyar bûn
Bûn şoreşvan bûn şoreşvan
Ax niştiman Ax niştiman

Kurdistan newêrê şê serte rabû
Mij û boran
Kurdistan sîng û berê te xuya bû
Bax û bostan
Kurdistan nav û dengê te belav bû
Nava cihan
Ax kurdistan ax kurdistan

0/5 (0 Deng)
Herî Jor