Koma Botan – Çar stêrk

👁️ 5 Dîtin

Di sibe hevdeh gulan e
Qîrînek hat li zindan e
Her çar şêran dest dan hevdû
Rakirin ala jîyan e

Kanê Ferhatê me kanê
Kanê Mahmut Eşref kanê
Kanê Necmî ciwan kanê
Çar stêrkên li ezman kanî

Her çar bira bi hev ra bûn
Kirin hawar û serxwebûn
Li zindana reş û tarî
Gulên kesk û sor û zêr vebûn

Koletî qebûl nekirin
Agirê canê xwe gur kirin
Bo azadî, bo serwxebûn
Li nav agir dîlan girtin
Gotin û Muzîk: Alî Temel
Şirove: Koma Botan

0/5 (0 Deng)
Herî Jor