Rewşan Çeliker – Destmala Min

👁️ 2 Dîtin

Destmala min şalikê reş e
Kewam kubar tê dimeşe
Kul birînêm çavên reş e ezîzêm
Ka destmalê herne malê

Xewna şevê çavên reş e ezîzêm
Ka destmalê herne malê

Destmala min eşarpband e
Ne min par va nîşan da te
Ezîz were min birevîne şîrînêm
Ez ê bibim bermaliya te

Xewna şevê çavên reş e ezîzêm
Ka destmalê herne malê

Destmala min şalikê şîn e
Lawik were min birevîne
Tu destmalê ji min re bîne ezîzêm
Belek çavên min bibîne

Xewna şevê çavên reş e ezîzêm
Ka destmalê herne malê

Berhevker: Gomidas Vartabed
Çavkanî: Şêroyê Biro

https://www.youtube.com/watch?v=Q7Atok_AoRs
0/5 (0 Deng)
Here Herî Jor