Sîmir Rûdan – Gulhavîn

👁️ 2 Dîtin

Min pal dabû li ber avê
Pişta xwe dabû tavê
Çi taveke dijwar e
Ez nikarim binêrimê

Bi dîtina min dîtî ji wê ve tê
Di çavên wê de berçavka wê
Li min nêrî çi xweş kenî
Ji min re zehf e ev qas germî
Gulhavînek ji wê ve tê
Di çavên wê de berçavka wê
Li min nêrî çi xweş kenî
Min got ji min re zehf e
Ev qas germî

Min hê pal dida li ber avê
Berê xwe dabû tavê
Tav agir e dijwar e ji xwe
Lê min dîsa jî nêriyê

Min gotê bes e îcar were
Hê roj neçûyî ava
Bi hev re seyrê bikin em
Havîn xweş in li ber avan

https://www.youtube.com/watch?v=QVdZ4n-SgmY
0/5 (0 Deng)
Here Herî Jor