Zinar Sozdar – HESRETA WELAT

👁️ 2 Dîtin

Dayê ez bûm dilşewat
Ji ber evîna welat
Heliyam ez qediyam ez
Ji ber hesreta welat

Dayê jiyan dijwar e
Li van ciyên biyanî
Nema sebr û tehmûla min
Aciz bûme j’ vî canî

Sal buhurîn j’ emrê min
Qet kêm nebû derdê min
Tirsim bimrim te nebînim
Mixabin welatê min

Gotin û muzîk: Mustafa Gazî

0/5 (0 Deng)
Herî Jor