Skip to content

Çend Fablên Ambrose Bierce

Ambrose Gwinnet Bierce, rojnamevan û nivîskarê emerîkî di 24ê Tîrmeha 1842an li Ohiayê hatîye dinyayê.  Hê di ciwanîya xwe de ji malê veqetîyaye, di Artêşa Bakur de leşkerî kirîye. Piştî leşkerîyê dest bi rojnamevanîyê kirîye. Curbicur berhemên edebî nivîsîne lê navê wî bi kurteçîrok û fablên wî ve derketîye. Piştî Cotmeha 1913an winda bûye, êdî deng jê nehatîye, kengî, li ku mirîye nayê zanîn.

1:

Beranekî ku rêwîtîyeke dirêj dikir, ji ber germahîya hirîya xwe pir aciz bûbû, dibîne ku kerîyek pez di hewşekê de li benda tiştekî ne, bi hêvîya ku ew ê hirîya wan bê qusandin da lotikan û kete nav wan. Çawa dît ku şivan hat û pez revîyan xwe li qozîya dûr dan ser hev, xwe da pêş, ber bi şivên ve meşîya û got:

                “Te dît ev çiqasî ehmeq in? Şensê te heye ku ez hatim, ew ê hêminî û bêhnfirehîyê ji min hîn bibin. Dema çav li min bikevin ew ê bi dil têkevin rêzê.”  

                Şivên bersiv da û got: “Belkî wekî te ye.”  Bi qiloçên wî girt û got; “lê ez qet ji yekê zêdetir ji pez serjê nakim. Di vê germê de goştê pêz zû xera dibe.”

                Goştê beranî bi sosa bacanên sor pir xweş bû.

                Dersa vê fablê ne ew e ku hûn dibêjin qey ew e. Ev e: Xwarina goştê beranê yekî din hertim xweş e.

2:

Wexta qurbana wî gazî wî kir wî qazeke zindî dirûçikand:

“Ferz bike tu qazek bû;  ev tiştê ku tu dikî ew ê bi dilê te bûna?”

“Baş e, ferz bike ez qazek im,”  zilêm bersiv da; “te yê ez birûçikandima?”

“Bêderew, min ê bikira!” bersiveke bi empatî, sirûştî lê bêhemd bû.

“Weku te got” îşkencekerê wê dawî li peyvê anî; ”hest û fikirên min ên li ser vê mijarê ev in.”  

3:

Pisîkeke dirinde, guhên xwe bel kiribû, bi pejirîn û pêrazî li ew melodîya wan tajîyan guhdar dikir ku ew dûrî pisîkê bûn û ji dûr ve li pey rovîyekî bûn.

“Pir baş e! Her bijîn!” çend caran li ser hev qêrîya. “Ez dikarim heta êvarî lê guhdar bikim. Muzîkeke li gor dilê min e.”

Bîskeke din ew melodîyên dilgerm nêz bûn, lerizînek pê ket û bêhemdê xwe rapelikî darekê, li jêr, tajî dihatin xuyakirin û li ber çavên wê – ku beloq bûbûn, stranên xwe di laşê qurbanê xwe de diçikandin.

“Dilkêşîyeke nediyar heye,” wê got – “nazenî û sêhr – razek – nepenîyek di dengên orkestraya neliberçav de. Dema li nik temaşevanan tê pêşkêşkirin bi awayekî diyar tesîra xwe winda dikin. Ji vê xulama we ya stûxwar re muzîka ji dûr (heke hebe) !”

4:

Hin kevok serî li bazekî didin û jê dixwazin ku wan ji başokê biparêze.

“Ew e ez ê bikim,” bi kêfxweşî bersiv da; “û dema ez têkevim hundirê kevotxaneyê, di nava rojekê de ji başokê zêdetir ez ê we bikujim ku başok di sedsalekê de incaq bikaribe. Lêbelê ji xwe hûn bi vê dizanin; hûn li bendê ne ku her tişt sirûştî be.

Xwe berda nav kevokan û amadehîya komkujîyeke jirêzê kir. Lê, kevokan bi carekê ve dora teyrê baz girtin û hevîr di zik de stran. Bazê li ber sikratê, bi hilma xwe ya dawî pirsî; madem ji we dihat çima we başok nekuşt?  Gotinê ku wan di heyata xwe de qet başok nedîtine.

5:

Pisîkekê gava dît ku mişkek li ber perçeyek pênîr sekînîye, wiha got:

“Heger ez di dewsa te de bûma min ê ew nexwara, ji ber ku ez dibêm qey ew jehrkirî ye. Lêbelê ku tu bihêlî ez wê kontrol bikim ez ê tiştekî teqez ji te re bêjim.”

Mişk hê difikirî ku bê çi biryarê bide, pisîkê ji zûve ta bi derzîyê ve kiribû da ku hem mişk hem jî penîr bi dilzîzîyeke berz tahm bike, derfeta mişk nebû ku biryara xwe diyar bike.

Nîşe: Ev nivîs di hejmara 7em ya Kovara Laserê de hatîye weşandin.

Beş:Werger

Bersivekê binivîse

Epeyama we nayê weşandin.