Merheba, navê min Xelîl Akgul e. Li Bingöl Üniversitesiyê, li Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî xwendevanê pola 2yem im. Weku tê zanîn, ji ber pandemîya Covid-19yê Bingöl Üniversitesi jî dersên xwe ne rû bi rû, li ser înternetê bi awayekî zindî dide xwendevanan. Bi armanca nirxandina dersên zindî, dixwazim bi we re hevpeyvînê bikim. Fikir û nêrînên we dê ji bo xebateke zanistî bê bikaranîn û daneyên vê hevpeyvînê dê ji bo armanceke din neyên bikaranîn û bi kes an jî dezgehên sêyem re neyên parvekirin. Heger hûn bixwazin ew ê nasnamaye we neyê eşkerekirin û bi kes an jî dezgehên sêyem re neyê parvekirin. Beşdarên vê hevpeyvînê xwendevanên Bingöl Üniversitesiyê ne.
Heger hûn bêjin erê, ji bo ku hevpeyvîna me bê kêmasî û bê xeletî bê tomarkirin, dixwazim hevpeyvînê bi amûra qeydkirina deng ve bi awayê dîjîtal qeyd bikim. Herwiha ez ê tiştên girîng û balkêş li cem xwe binivîsîm. Hevpeyvîn dê dora 30 deqîqeyan bidome. Berî ku em dest pê bikin ku hebin ez ê bi kefxweşî pirsên we bibersivînim û ku pêşnîyazên we hebin kerem bikin. Ji ber ku hûn beşdarî hevpeyvînê dibin spas dikim.
Nav/Kodnav:
Temen:
Zayend:
Bajar:
Pirsên Hevpeyvînê
- Hayê te ji vîdyoyên perwerdîhîyê yên Ji bo bikaranîna bernameyên/sîstemên dersên zindî (Microsoft Teams, LMS hww) heye?
- Te ew vîdyo temaşe kirine?
- Heger te temaşe kiribin, vîdyo ji bo perwerdehîyê têrdar bûn an na?
- Derfet û amûrên (înternet, telefon, kompûter, tablet) te hene ku tu karibî beşdarî dersên zindî bibî?
- Tu beşdarî dersên zindî dibî?
- Heger beşdar nabî, sedemên beşdarnebûna te çi ne?
- Ji bo her dersekê 20 xulek dersa zindî tê dayîn. Ji bo dersekê, 20 xulek wexteke dirêj e an kurt?
- Dirêjbûna dersên zindî çi pirsiyaran bi xwe re dertîne?
- Kurtbûna dersên zindî çi pirsiyaran bi xwe re dertîne?
- Vîdyoyên dersên zindî tên qeydkirin da ku xwendevan karîbe ji nû ve li wan temaşe bike.
- Ev derfet (vîdyoyên qeydkirî) ji bo çavkanîyên dersê têra te dike?
- Ji bilî vîdyoyên qeydkirî çavkanîyên nivîskî tên parvekirin?
- Çavkanî birêkûpêk in?
- Di dersên zindî de performansa mamosteyan çawa ye?
- Heger tu li gorî dersên rû bi rû nebaş dibînî, bi te sedemên wê çi ne?
- Heke di destên te de bûya te yê perwerdehîya rû bi rû an mesafeyî (ji dûr ve) tercîh bikira?
- Li gorî rewşa pandemîyê dibe ku perwerdehîya mesafeyî berdewam bike. Pêşnîyazên te ji bo xwendevan û mamosteyan çi ne?
Nîşe: Ev nivîs wekî sparteka dersê hatîye amadekirin.