Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Bedil - Keçikê Çima

Keçikê çima Tu wisa dernayî ji bîra min
Gava ez Te dibînim nur namîne di Çavê min
Heqê Te li min çîye ev êş xiste dilê min
Bi wê beşera xweye xweş Agir berda canê min
Bi wan xeberê xweyî xweûş Agir berda canê min

Çi ecêb û sosrete Te anî serê min
Welleh Te bi wan awira birîndarkir dilê min
Eşka min pingar daye weke Çemê Qubînê
Eşka min pingar daye weke Çemê Farqînê
Ji Te pêştir nikare vê pingarê bi çikîne

Bes van nazîya bike xwe li min giran neke
Vê Eşqê xira neke malka me wêran neke
Ji xebera kesî neke serê xwe di bela neke
Ji xebera kesî neke serê xwe di bela neke
Were em bi gihîjne hev Derman bikin birînê xwe

Ev der cihê îmzeyê ye, lê em dikarin ji bo reklamê jî bi kar bînin; heger tu bixwazî bibî sponsora/ê xudresteyê jkx peyamekê bişîne: [email protected]