Dilovan - Gula Nava Newalê
Jêgirtin ji Xelîl di 24/04/2025, 17:13 deGula nava baxça yî
Rewşa bûk û keça yî
Tu girtiya hirça yî
Bi çar destan pêça yîGula nava newalê, gula min
Ava kaniya zelalê, gula min
Gewr û rind û delalê, gula min
Dil ji bo te dinalê, gula minGulê xwazgînê te me, ez dilbirînê te me
Herdem dilvînê te me, ez xemrevînê te me(Dîsgotin)
Gula kesk û sor û zer
Li ser te tim ceng û şer
Ji nav baxçê were der
Ji bo te bûm penaber
Gula nava newalê ...
Gula nava baxça yî
Rewşa bûk û keça yî
Tu girtiya hirça yî
Bi çar destan pêça yî
Gula nava newalê, gula min
Ava kaniya zelalê, gula min
Gewr û rind û delalê, gula min
Dil ji bo te dinalê, gula min
Gulê xwazgînê te me, ez dilbirînê te me
Herdem dilvînê te me, ez xemrevînê te me
(Dîsgotin)
Gula kesk û sor û zer
Li ser te tim ceng û şer
Ji nav baxçê were der
Ji bo te bûm penaber
Gula nava newalê ...