Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Erol Berxwedan - Dîrok e Emrê Min

Ji te dûr im, birîn kûr im
Eywax vê halê min
Çerxa felekê geriyaye
Dor hêla serê min

Eşqa me her dem jiyanê,
Dîrok e bextê min
Dîrok e canê min
Dîrok e emrê min

Mîna çira şeva tarî
Her dem ber çavê min
Tu roja jiyana min î
Çawa te ji bîr bikim?

Eşqa me her dem jiyanê,
Dîrok e bextê min
Dîrok e canê min
Dîrok e emrê min

Tu hîva ber dilê min î
Dawiya xeyalên min
Te mîna bihara rengîn
Can avêt canê min

Eşqa me her dem jiyanê,
Dîrok e bextê min
Dîrok e canê min
Dîrok e emrê min