Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Hozan Dîno - Lê Dayê Ez Gerîlla Me

Li çiyaye zagrosê
Li çiyaye Nemrûdê
Li çiyaye Sîpanê
Bilind e

Lê dayê ez gerîlla me
Li serê wan çiya me
Mirin min re dûr nîn e
Tev xwîna şehîda me lê dayê

Bang dike çemê Firat
Hez dike Dîcle û Mûrad
Tew radibim dibejin ey welat

Lê dayê ez şerwan im
Zinarê wan çiyan im
Heya azadî neye
Dil bi kul û birîndar im lê dayê

Çi kûr e behra Wanê
Dikele tê zimanê
Dibê ka welatêm Gulîstanê

Lê dayê tu wer neke
Hêsrê çavan rû meke
Gerek ez şehîd kevim
Şîrê xwe li min helal ke lê dayê