Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Jehrmar - Gulnîşan

Gulnîşan Gulnîşan esmer halêm perîşan
Ezê biçim xerîbiyê, destmala’m bo te nîşan
Bihar e êvar e, sîyê girtî zinar e
Keç û xort li seyranê, ji xeynê me dost û yar e

Gulnîşan Gulnîşan esmer halêm perîşan
Ezê biçim xerîbiyê, destmala’m bo te nîşan
Ezê biçim xûrbetê, da bo te bikim nîşan

Gulnîşan gulgulî, kesk û sor da xemilî
Kesê Gulîşan nevê, ew delala vî dilî
Kesê Gula min nevê, ew serdilka vî dilî

Gulnîşan Gulnîşan esmer halê’m perîşan
Ezê biçim xerîbiyê, destmala’m bo te nîşan
Ezê biçim xûrbetê, da bo te bikim nîşan.