Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Koma Dengê Azadî - Dilê xemgîn

Ji vî dilê xemgîn çend evîn derbas bûn
Dê dilgerm bû bavêm comerd û mêrxas bû
Birayên min hêja bûn, xwişkên min delal bûn
Ji vî dilê xemgîn hezar evîn derbas bûn

Keçkên ku min hez kir
Hemî niha derew bûn
Ya pêşîn dehsalî bû
Ez hên zarok bûm
Lê ewa dawîn çiqas xayin bû
Hêviyên min ji min dizî
ji min dizî û wenda bû

Zaroktî xewnek bû, wek xewn zû derbas bû
Ciwanî azadî bû
Wek teyrek firya çû
Li vî dilê xemgîn çend şewat peyda bûn
Ji nav xweliyên wan hezar gul hêşîn bûn
Gotin û Muzîk: M.Atli
Sazkirin: Koma Dengê Azadî

Ev der cihê îmzeyê ye, lê em dikarin ji bo reklamê jî bi kar bînin; heger tu bixwazî bibî sponsora/ê xudresteyê jkx peyamekê bişîne: [email protected]