Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Koma Dengê Azadî - Gul û Xwîn

Heps û zîndan kûr û tarî
Tê de dinalim
Ez j’eşq û evîna Gulê
Gellek bêhal im
Gula min bindest e heyran
Pir gellek salin
Kê Gul bistîne dibê xwîn
Pê re heval e

Gula min kesk û sor heyran
Gula min geş e
Gula min bi xelkê tal e
Bi min pir xweş e

Dinya li ser me ronî heyran
Bextê me reş e
Destê Gulê bernadim
Ta xwîn bimeşe
Gotin û Muzîk: Mihemed Şêxo

 

Ev der cihê îmzeyê ye, lê em dikarin ji bo reklamê jî bi kar bînin; heger tu bixwazî bibî sponsora/ê xudresteyê jkx peyamekê bişîne: [email protected]