Ey bilbilê dilşadî hela wer bikê fîxan Derdê me girane ey bira birîna me kûre Gorî te bitin cerg û dil û mêlak û hem can Dengê te yî xweştir ji ney û nay û bilûre
Sê hawa tê dengek ji sira bayê siba ye Hawê dî ji dengê xwêşîna dehl û reza ye Hawê sisîya ji bihna şemamok û gula ye Lewra ku li dinyê tu bi nav û tu meşhûre
Karwanê me va bi rê ketîne şev reş û tarî Serma ye terez kulyên di berfê her dibarin Bahoze çelapek têne me ji her çar kenarî Warê me welatê ey heval rêka me dûre
Çar hawîr me diz û keleşin têk dane dujmin Me ji hev radiqetînin bi bi bir heyf û mixabin Qet çar û ûmêda me nema ye bilbilê min Meydane ji bo hirç û çeqel gur zore zore
Meydane ji bo hirç û çeqel rovî û keftar Gorî te me bilbil ji sere darê tu wer xwar Da pêk ve mijul bim bo xwe çend rojên di dijwar Îro le me fermane li ser gerdenê şûre
Destê tewqyê îro ku em dest bidin hev Çend sal û zemanên di xerab jîn em di gel hev Dunya bi xwe dewrane bizan geh roje geh şev Geh tarî û dûmane û geh rewşin û nûre
Piştî wê sitêrê bi xwe berbanga sibê ye Wê rojhilê rohnî dakevê cihê şevê ye Karwanê me wê bighêtin war û meqsedê ye Çerxa felekê herdem bi fetl û ger û dewre
Çerxa felekê herdem bi fetl û ger û dewran Hêvî û haware me di Yezdanê dilovan Qet çar û ûmîda me li serdarî li Berzan Wek Tîrêj dibêje, jîn dive kotek û zore
https://www.youtube.com/watch?v=1vj7aftCilc