Tu kî yî? Hûn kî ne?
Jêgirtin ji Xelîl di 09/03/2023, 23:13 deSelahattin Demirtaş ji hepsê nameyek ji bo Meral Akşenerê şandiye û li dawiya nameyê paragrafeke kurmancî jî heye. Di beşa kurmancî de bi cînava "tu"yê xîtabî Akşenerê kiriye. Adnan Çelikjî di twitterê de bal kişandiye ser vê meseleyeê ku li gorî Çelik demirtaş bi qastî ne gotiye "hûn" gotiye "tu".
Îcarê li ser vê jî gelek kesan bersiv daye Çelik ku jixwe di kurmancî de ev taybetî tune lewma xîtab li gorî hejmarê ye, heger tu xîtabî yekê/yekî bikî divê tu bêjî "tu", heger tu xîtabî pir kesan bikî divê tu bibêjî "hûn". Mikail Bülbül jî bi berhema (1860) Mela Mehmûdê Bazîdî bersiv daye Çelik ku di vê berhemê de di diyalogên navera şêx û feqî de gelek caran feqî bi cînava "hûn"ê xîtabî şêx kiriye.
Bi kurtasî mesele ev bû. Îcarê em jî li ser vê meseleyê tiştekî nebêjin nabe. (Bi gaza hevalê Zûhat ez dinivîsim wele, spas jê re :))
Heta ku ez hatim zanîngehê (beşa kurdî) min hîç nebihistibû ku yek ji yekê/î re gotiye "hûn". Li derdora zanîngehê çend caran min dît ku ji bo nezaketê ji mamosteyan re "hûn" tê gotin. Min hem ji wan mamosteyan re hem jî hinên din pirsî bê rast e an na. Temamê wan got "tu" rasttir û baştir e. Jixwe ez lê rast nehatime ku ji ber xîtabê di nav kurmancan de şer derketiye, berevajî tirkî ku ji ber "sen" û "siz"ê dikarin hevdu bikujin jî.
Îcarê berhemên Bazîdî ku Bülbül ew wekî çavkanî dane (yek tarîxa wê 1851 e, yek jî 1860) ji diyalogan pêk tên û erê gelek caran "hûn" derbas dibe lê di hin cihan de bi "tu"yê jî tê xîtabkirin. Yanî diyar dibe ku feqî zor daye xwe da ku bi "hûn"ê xîtabî şêx bike.
https://xudreste.com/wp-content/uploads/wpforo/default_attachments/1678403937-4.png
https://xudreste.com/wp-content/uploads/wpforo/default_attachments/1678403798-3.png
Herwiha dema meriv li Mem û Zîna Ehmedê Xanî jî dinêre hem Tacdîn hem Beko hem jî Zîn bi cînava "tu"yê xîtabî Mîr dikin. Dîsa, di helbestên Feqiyê Teyran de jî dema kes yek tenê be "tu" hatiye xebitandin.
279.
Tu Şêx Etarê Sadiq î
Rast û dirustê Xaliq î
Îro wekîlê mutleq î
Hîmmet ji ferwara te tê (Teyran, Şêxê Sen'an, murîdên Şêxê Sen'an xîtabî Şêx Etarê Sadiq dikin)
1164
Hêja nedibû ewê tu erzan
Evrengehe serserî bidey wan (Xanî, Mem û Zîn, Beko xîtabî Mîr dike)
Lewma, bi kurt û kurmancî "hûn"a nezaketa kurmancî wer dixuyê ku ji tesîra tirkî ye. Gerçî Bülbül dibêje di farsî de jî ew mesele heye. Lê axirî dibêm qey kurmanc nebêjin "hûn" dê çêtir be. Herwiha, bi min tu eleqeya nezaketê an jî rêzgirtinê bi vê meseleyê ve tune, heger hebûya diviya me ji Xwedê re bigota "hûn" lê dibêm qey di hemû dînan de dema mirov xîtabî Xwedê dike jê re dibêje "tu".
Selahattin Demirtaş ji hepsê nameyek ji bo Meral Akşenerê şandiye û li dawiya nameyê paragrafeke kurmancî jî heye. Di beşa kurmancî de bi cînava "tu"yê xîtabî Akşenerê kiriye. Adnan Çelikjî di twitterê de bal kişandiye ser vê meseleyeê ku li gorî Çelik demirtaş bi qastî ne gotiye "hûn" gotiye "tu".
Îcarê li ser vê jî gelek kesan bersiv daye Çelik ku jixwe di kurmancî de ev taybetî tune lewma xîtab li gorî hejmarê ye, heger tu xîtabî yekê/yekî bikî divê tu bêjî "tu", heger tu xîtabî pir kesan bikî divê tu bibêjî "hûn". Mikail Bülbül jî bi berhema (1860) Mela Mehmûdê Bazîdî bersiv daye Çelik ku di vê berhemê de di diyalogên navera şêx û feqî de gelek caran feqî bi cînava "hûn"ê xîtabî şêx kiriye.
Bi kurtasî mesele ev bû. Îcarê em jî li ser vê meseleyê tiştekî nebêjin nabe. (Bi gaza hevalê Zûhat ez dinivîsim wele, spas jê re :))
Heta ku ez hatim zanîngehê (beşa kurdî) min hîç nebihistibû ku yek ji yekê/î re gotiye "hûn". Li derdora zanîngehê çend caran min dît ku ji bo nezaketê ji mamosteyan re "hûn" tê gotin. Min hem ji wan mamosteyan re hem jî hinên din pirsî bê rast e an na. Temamê wan got "tu" rasttir û baştir e. Jixwe ez lê rast nehatime ku ji ber xîtabê di nav kurmancan de şer derketiye, berevajî tirkî ku ji ber "sen" û "siz"ê dikarin hevdu bikujin jî.
Îcarê berhemên Bazîdî ku Bülbül ew wekî çavkanî dane (yek tarîxa wê 1851 e, yek jî 1860) ji diyalogan pêk tên û erê gelek caran "hûn" derbas dibe lê di hin cihan de bi "tu"yê jî tê xîtabkirin. Yanî diyar dibe ku feqî zor daye xwe da ku bi "hûn"ê xîtabî şêx bike.
https://xudreste.com/wp-content/uploads/wpforo/default_attachments/1678403937-4.png
https://xudreste.com/wp-content/uploads/wpforo/default_attachments/1678403798-3.png
Herwiha dema meriv li Mem û Zîna Ehmedê Xanî jî dinêre hem Tacdîn hem Beko hem jî Zîn bi cînava "tu"yê xîtabî Mîr dikin. Dîsa, di helbestên Feqiyê Teyran de jî dema kes yek tenê be "tu" hatiye xebitandin.
279.
Tu Şêx Etarê Sadiq î
Rast û dirustê Xaliq î
Îro wekîlê mutleq î
Hîmmet ji ferwara te tê (Teyran, Şêxê Sen'an, murîdên Şêxê Sen'an xîtabî Şêx Etarê Sadiq dikin)
1164
Hêja nedibû ewê tu erzan
Evrengehe serserî bidey wan (Xanî, Mem û Zîn, Beko xîtabî Mîr dike)
Lewma, bi kurt û kurmancî "hûn"a nezaketa kurmancî wer dixuyê ku ji tesîra tirkî ye. Gerçî Bülbül dibêje di farsî de jî ew mesele heye. Lê axirî dibêm qey kurmanc nebêjin "hûn" dê çêtir be. Herwiha, bi min tu eleqeya nezaketê an jî rêzgirtinê bi vê meseleyê ve tune, heger hebûya diviya me ji Xwedê re bigota "hûn" lê dibêm qey di hemû dînan de dema mirov xîtabî Xwedê dike jê re dibêje "tu".
Jêgirtin ji Xelîl di 24/06/2025, 14:16 deMin ev mijar berfirehtir kir û di hejmara 11em a Fanzîna Laserê de weşand. Hûn dikarin ji vê girêdanê bixwînîn:
https://drive.google.com/file/d/1uNK-yxKEnlvq44Fpe0tyGQWzpIJcTIty/view
Min ev mijar berfirehtir kir û di hejmara 11em a Fanzîna Laserê de weşand. Hûn dikarin ji vê girêdanê bixwînîn: