Forum breadcrumbs - You are here:ForûmForûm: AArmancArmanc - Were Yarê
Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Armanc - Were Yarê

Pelê dara min weşiya hêstrê çava pêr meşiya
Dil tenik e dil nazik e xunav girtî li ser sînga yar
Were yarê were rindê were canê li hêvya te me

Were canê ez bi qurbanê tu çi dixwazê ruh û canê
Dermanê min evîna te çav zûwa bûn li hêvya te
Were yarê were rindê were canê li hêvya te me

Keziyê te ji hirya berxa bejna te ji dara merxa
Dibêjin mar pir xayîn e ew ji ber te dil bi rahmîn e
Were yarê were rindê were canê li hêvya te me

Gotin û Muzîk: Armanc