Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Dawitê Xilo - Yar Xeco

Xecokê me digo ew e, yeman yeman,
Delalê me digo ew e, Xeco dilê min.
Her şev karê me ew e, yeman yeman
Her roj karê me ew e, Xeco dilê min.
Xecokê semer qendî, yeman yaman
Delalê semer qendî, yeman dilê min.
Hemayloka pazbendî, yaman yaman,
Hemayloka pazbendî, Xeco dilê min.
Xecokê sêlê bîne, yeman yeman,
Delalê sêlê bîne, Xeco dilê min.
Dendikan biqelîne, yeman yeman,
Dendikan biqelîne, Xeco dilê min.
Pişkê xwe jê bihilîne, yeman yeman,
Pişkê xwe jê bihilîne, Xeco dilê min.

Ev der cihê îmzeyê ye, lê em dikarin ji bo reklamê jî bi kar bînin; heger tu bixwazî bibî sponsora/ê xudresteyê jkx peyamekê bişîne: [email protected]