Forum breadcrumbs - You are here:ForûmForûm: DDengên WelatDengên Welat - Welat
Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Dengên Welat - Welat

Dema ku min tu nas kir,
Welatê kambax û bêkes
Hiş û aqil xelas kir,
Derd û keserê min bes

Dengê te bahoz rakir,
Welatê bêhn û nefes
Gelê min tu hembez kir,
Derd û keserê min bes

Ax û avên piroz in,
Gul di nav da dirazin
Erdêxan û Efrin nêz in,
Delala min Kurdistan

Çiyayê te serfiraz in,
Gul li derdor dilêzin
Wan û Mahabad nêz in,
Welatê min Kurdistan

Çerx û semah digerînin,
Welatê eşq û hewes
Yekitîyê pêk bînin,
Derd û keserê min bes

L´her çar alîyan rabin,
Bes e zindan û qefes
Bibêjin em azad in,
Derd û kesêrê min bes

Ax û avên piroz in,
Gul di nav da dirazin
Amed û Hewlêr nêz in,
Delala min Kurdistan

Çiyayê te serfiraz in,
Gul li derdor dilêzin
Dersim û Sine nêz in,
Welatê min Kurdistan

Voices of Kurdistan - Dengên Welat, Ji bo Welat &
World Orchestra Grzech Piotrowski

Gotin:
Selahattin Demirtaş
Music: Diyar Dersim

Arrangement: Yasar Basözdes
Directed by: Grzech Piotrowski
Project Manager: Deniz Deman
Recorded by : Tadeusz Mieczkowski, Mazlum Rewsen
Studios: Cologne, Warsaw
Mix & Mastered by: Tadeusz Mieczkowski
Music Video Editing: Ebru Dersim, Hamdi Akyol, Serif Cicek, Selcuk Yalcin
Grading: Mattin Ott

Solo:

Nasir Rezazî
Diyar Dersim
Hozan Comerd
Şehrîbana Kurdî
Dengbêj Kazo
Deniz Deman
Narîn Feqe
Kijan Xeyat
Elind