Destxeta Petersburgê - Jan Dost
Jêgirtin ji Xelîl di 25/07/2025, 19:10 deJi xelkê re Can Dost ji kurdan re Jan Tost, erê ji vê pirtûkê re gotiye “roman” lêbêle hem rêzerûdan hem jî karakter ewqasî bi serveyî hatine vegotin ku zehmet e meriv jê re bibêje roman, meriv beşên fuzûlî/nehewece jê derxe belkî bibe hîkayeyek herikbar.
Berhem di sala 2024ê de ji weşanxaneya Peywendê derçûye. Ne şaş bim, berî ya bi kurmancî ya bi erebî hatibû weşandin. Yanî, Janê kurdan ewilî bi erebî dinivîse, li ser berga erebî جان دۆست dinivîse , paşê werdigerîne kurdî, dibe Jan (erê di erebî de "j" tune). Di kunyeya berhemê de ne navê edîtor ne jî navê redaktor heye, wer dixuyê Jan Dost nexwestiye kesek midaxeleyî nivîsa bike. Gerînendeyê gerînendeyên giştî M. Xalid Sadînî jî ji xwe dest nedaye nivîsê. Di berhemê de gelek şaşnivîs (typo) hene. Xwezî yekî qeneba hema redakte bikira. Zimanê berhemê ji qayîdeyên rêzimanê kurmancî dûr ketiye. Fahmkirina hin risteyan zehmet e, lê zehmetiya herî mezin derbarê ravekan de ye. Jan Dost gelek caran di ravekan de gireya îzafeyê (veqetandek) bi kar neaniye. Ev jî dibe sedem ku xwendin zehmet bibe.
Qaşo roman derbarê destxeta “Tewarîxî Cedîdî Kurdistan” e lê hema bêje ancax ji sedî 10 behsa destxetê dike. Serpêhatî û jiyana Mela Mehmûdê Bazîdî jî tê vegotin lê ne biqasî ya Jaba. Meriv dibêje qey ev berhem li ser sîparîşa neviyên Jaba hatiye amadekirin. Jan Dost ev berhem bikira romana biyografîk a Jaba û beşek ji vê destxetê re terxan bikira belkî berhemeke xweştir derketa meydanê.
Berhem ji beşan pêk tê û piraniyan beşan ji devê tiştan (eşyayan) tên vegotin. Wextê tu derfeta vegotinê bidî tiştê/kesê yekem û duyem, ev tê wê maneyê ku ne mimkin e tiştê/kesê yekem û duyem bi her tiştî bizanibe. Lê wextê em li vê berhemê dinêrin, em dibînin ku nivîskar ji bo ku xwe ji vê qayideyê xelas bike, carinan tevlî vegotinê dibe, wekî nivîskarê romanê xwe bi devê vegêranan vedixwîne nava vegeranê. Carinan jî vegotinê teslîmî kesê sêyem (vegêrana îlahî) dike da ku tiştên nepen û nedîyar ji xwîneran re eşkere bike. Lêbelê wextê kesê yekem an jî duyem jî diaxive wekî kesê sêyem diaxive û behsa tiştên nepenî ku her kes pê nizane dike an jî behsa derûniya mirovan dike. Bo nimûne, darek an jî çiyayek psîkolojiya Jaba an jî Bazîdî derdibire. Bi kurtasî, di berhemê de carinan destxet, carinan qelemek, carinan darek, carinan kelheyek, carinan çiyayek û ww. diaxivin, em bi çavên wan dinyaya romanê dibînin.
Çawa ku min berê jî behs kir, mijar û temaya berhemê ne zelal e. Ji navê berhemê meriv dibêje qey em ê bikevin pey destxeta Bazîdî û em ê serpêhatiya destxetê bixwînin. Lêbelê, gelek caran nivîskar bi xwe tê nava vegeranê, vegêran diqewirîne û rasterast peyama xwe dide. Mexsed û meram û peyama nivîskêr jî ew e ku “di nava miletên hemû dinyayê de miletê herî ehmeq miletê kurd e, ji şer û pevçûnê ji tiştekî fahm nakin, qiymetê nadin zanînê û hww.”. Jan Dost, rewşa kurdan a di wê serdemê de dizane, dizane ku di navbera du dewletên mezin de mane, lewma dereng ketine, pêş neketine, ji şer û pevçûnan derfet nedîne berê xwe bidin ilm û zanînê, lêbelê dîsa jî bi kîneke, nefreteke mezin êrîşî kurdan dike. Jan Dost, berevajî Ehmedê Xanî, ji bo vê rewşê çareseriyekê jî nîşan nade. Li gorî Jan Dost, teslîmbûn ji liberxwedanê çêtir e. Li gorî Dost Mîrê Botanê ji bêaqiliyê li ber xwe da, li şûna ku teslîmî Osmaniyan bibe.
Heta beşa dawî jî, hema bêje berhem bi peyamên wiha didome, kurd nezan in, cahil in, bi siyasetê nizanin… Axirî di beşa dawî de ku destxet dê behsa serencama xwe bike, meriv dibê qey êdî em ê serpêhatiya destxetê hîn bibin. Lê Jan Dost ev beş jî ji bo biçûkxistina kurdan terxan kiriye. Talankerên kurd ên hov, rêya faytona posteyê dibirin û ji ber ku tiştekî biqiymet di erebeyê de tune ye, radihêjin destxeta “Tewarîxî Cedîdî Kurdistan”ê pel bi pel dişewitînin…
Nîşe 1: Heger destxet dikare biaxive, çima behsa naveroka xwe nake?
Nîşe 2: Xuya ye, Jan Dost bêmane kêlîkê hatiye eşqê û hema wê gavê ev riste li nivîsa xwe zêde kiriye: "Paşê kaxezek din î bakîre rakin ku avika hizrên xwe li ser birijîne".
Ji xelkê re Can Dost ji kurdan re Jan Tost, erê ji vê pirtûkê re gotiye “roman” lêbêle hem rêzerûdan hem jî karakter ewqasî bi serveyî hatine vegotin ku zehmet e meriv jê re bibêje roman, meriv beşên fuzûlî/nehewece jê derxe belkî bibe hîkayeyek herikbar.

Dosyayên hatine barkirin: