Elî Riza Celîliyan - Me Kurdim
Jêgirtin ji Xelîl di 25/04/2025, 15:48 deMe Kurd im, "Bêsitûn" tarîxim e
Sed "Helebçe"y pirr le xwên tarîxim eMe le "Sîrwan" û "Pirraw" û "Ellwen" im
Des nekîşame we şall û serwenimGûşi tarîx ha dengi tembûriman
Asiman kûr keyd we nalle û mûriman"Seymere" esri çeweyli pakim e
"Taq wesan" ballay Şîrîni xakim eMe we hûzi "Mad" û "Sasan" im bizan
Hem le agir hem le waran im bizanMe hizaran salle serberzî dirim
Hanê car germe deng "Hûre" çirrimMe şeqey şimşall û şûri hûhûwem
Dariman şoxi kejali "Şahow"emÎ wellate her perrî serberzî ye
Pirr le çopî pirr le berzî berî yeEmro emca hwîç we lêman neyiştine
Hwîç nizî we şan û paman neyiştineKurdî bê desellat û bê hana min im
Sêf çwar qaç we jeniya min imMe leşim let let we xompare û şeng e
Her wece le î xake we xwênim reng eMe cuwan dame serefrazî bikem
Ta we naw xak xweman bazî bikemXweyşgegem, bawg û biraylet çîne ceng
Ta to nîwnîdin we çaw rrojeyli tengHormeti î baxi sersewze bigir
Ta ke hem newde beşi san û tegergMe destê maç kem ke kordewar bû
Xwezî le rexşi xweman suwar bûÇaw newes bê deng nenîş llallit biken
Gûl nexwey carî tir enfalit biken.
Me Kurd im, "Bêsitûn" tarîxim e
Sed "Helebçe"y pirr le xwên tarîxim e
Me le "Sîrwan" û "Pirraw" û "Ellwen" im
Des nekîşame we şall û serwenim
Gûşi tarîx ha dengi tembûriman
Asiman kûr keyd we nalle û mûriman
"Seymere" esri çeweyli pakim e
"Taq wesan" ballay Şîrîni xakim e
Me we hûzi "Mad" û "Sasan" im bizan
Hem le agir hem le waran im bizan
Me hizaran salle serberzî dirim
Hanê car germe deng "Hûre" çirrim
Me şeqey şimşall û şûri hûhûwem
Dariman şoxi kejali "Şahow"em
Î wellate her perrî serberzî ye
Pirr le çopî pirr le berzî berî ye
Emro emca hwîç we lêman neyiştine
Hwîç nizî we şan û paman neyiştine
Kurdî bê desellat û bê hana min im
Sêf çwar qaç we jeniya min im
Me leşim let let we xompare û şeng e
Her wece le î xake we xwênim reng e
Me cuwan dame serefrazî bikem
Ta we naw xak xweman bazî bikem
Xweyşgegem, bawg û biraylet çîne ceng
Ta to nîwnîdin we çaw rrojeyli teng
Hormeti î baxi sersewze bigir
Ta ke hem newde beşi san û tegerg
Me destê maç kem ke kordewar bû
Xwezî le rexşi xweman suwar bû
Çaw newes bê deng nenîş llallit biken
Gûl nexwey carî tir enfalit biken.