Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Enes Amedî - Mîn Dît Canek Gundî Ye

Mîn Dît Canek Gûndî Ye
Bîlnde Sûr û Sipî Ye
Ewa Li Serê Dilanê
Di Hejinit Lewendi Ye

Ewê Singêt Helkêşayi
Serda Berdan Kezy Ye
Xonava Ji Rûya Di Kevit
Gerden Têji Morye

Wek Kolilkên Bûharê
Canê Xû Xemilandi ye
Berê Xû Bide Bejna Wê
Gûl Şilêra Li Geliye

Gelek Ji Bejna Canê Tê
Cil û Bergê Kûrdi Ye
Xûdê Nê Ez Helandim
Wê Cana Jê Hatye

Helbest: Sa'id Ibrahim Amêdî
Awaz: Egid Adil
Gutin: Enes Hesen Amêdî
Sal: 1999