Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Ereb Şemo an Erebê Şemo?

Berî niha bi salan jî gengeşîyeke wiha hebû li ser navê nivîskêr, dêmek encam nebûye ku îro Bawer Berşev li Twitterê dîsa behsa vê meseleyê kirîye. Pirtûka "Şivanê Kurmanca" bi kurdî ji Weşnaên Lîsê, bi tirkî jî ji Weşanên Darayê derketîye. Li ser bergên wan navê nivîskêr "Ereb Şemo" dinivîse. Bi vê twitê em hay jê dibin, gelek kes difikire ku navê nivîskêr şaş hatîye nivîsîin.

Bawer Berşev jî gazindan dike, dibêje; maşele di qada kurdî de her kes bûye pispor zana 🙂

Xuya ye gelekî aciz bûye, ji ber ku milet jê dipirse bê çima wê navê wî şaş nivîsîye. Yanî xelk dibêje navê rast "Erebê Şemo" ye.

Îcarê, Bawer berşev dibêje; me ji malbata wî pirsîye, gotine ya rast "Ereb Şemo" ye.

Li ser bergên pirtûkê wî yên bi alfabeya kirilî, "Ereb Şamîlov" dinivîsê. Wer dixuyê ku navê bavê xwe ji xwe re kirîye paşnav. Lewma êdî rewşa îzafî ne hewce ye, yanî "Ereb Şemo" rasttir e.

Xwezî Bawer Berşev, an jî berpirsîyarê weşanê, nîşeyek li ser vê meseleyê binivîsîya di pirtûkê de. Wê çaxê me yê bizaniya bê kê pirtûk xwendîye kê nexwendîye 🙂  Yê pirtûk xwendiba dê serwextî meseleyê bibûya.