Gava Pezkoviyek li New Yorkê bê Kuştin - Kamuran Çakır
Jêgirtin ji Xelîl di 06/11/2025, 23:02 de
"Ez hez ji roman, fîlm, jazz û rêwîtiyê dikim, çima hemûyan tevlihev nekim û nekim tirşik?" Kamuran Çakır
Li çend cihan xeletiyên gramerê û hinek şaşnivîs hebin jî hema bêje berhem bi kurmanciyeke bêkêmasî hatiye nivîsîn ku em dixwazin ev kurmancî standard be. Bi rastî ewilî min got teqez ev berhem pêşî bi zimanekî din hatiye nivîsîn û paşê hatiye wergerandin. Lê min dît ku nivîskarê berhemê xweş bi kurmancî diaxive, lewma dibêm qey nivîsîna wî jî dê baş be.
Ev berhem romana wî ya pêşîn e ku hatiye çapkirin lewma derfet tune ku meriv berawirdiyekê bike derbarê şêweya wî de. Stîla vê pirtûkê stîleke ecêb e ku ez berî niha rastî wê nehatime. Di 140 rûpelan de tu çi bixwazî heye. Lewma wextê min dixwend hertim di hişê min de xwarina tirşikê hebû.
Ji navê kolanan bigire, bajar, avahî, xwarin, vexwarin, pirtûk, fîlm, wêne, stran, kilam, çiya, milet, gel, şer, ajal, behr, hunermend, dîn, rêxistin, dewlet û nizanim çi.
Hemû jî bêteswîr an jî bi teswîreke kêm bi navên xwe derbas dibin. Ji yekê derbasî yeka din dibe. Lewma di berhemê de bingeha mekanê hema bêje tune ye (Herçend di navê berhemê de navê bajarekî derbas bibe jî, ez dikarim bibêjim ku ji sedî sed ev ne romaneke New Yorkê ye). Ez wekî xwîner, li derveyî romanê/honakê mam. Gelek caran min nikaribû rûdanan bişopînim. Nivîskar jî jixwe vê meseleyê ferq dike û pêdivî çêdibe ku derbarê romanê de agahiyan bide xwîner, lewma bi devê karaktera xwe dibêje: "Bi qasî ku ez ji rûpelên te yên nav sergo fam dikim, stîla te di navbera rastî û xeyalê de ye û tu wan di heman demê de li nav hev dixî, ne wisa?" Nivîskar jî wê gotinê erê dike.
Ez naxwazim behsa mijarê bikim, ji ber ku roman bes li ser mijarekê naçe, gelek mijar têkel bûne bi min temayeke kamil a romanê tune. Herçend nivîskar carinan rasterast peyamên civakî bide jî bi rastî meriv baş pê dernaxe bê derdê nivîskêr çi ye.
Nizanim, belkî ev stîl, stîleke nû ye ku nivîskar henekên xwe bi xwîneran dike. Axirî dikarim bibêjim ku ev berhem ji bo zimên gelekî baş e, xwezî hemû romannûsên me bi vê baldariyê binivîsîn lê ji aliyê tahma romanê min zêde jê hez nekir.