Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Hana Kamkar - Welatî Min

Eger sibey
wefdî bite welatî min
lêm pirsî: kuwanî gorî serbazî win?
Delêm: Gewrem
Lem welate
Le kenarî her cogeyî
Le ser seqoyî her mizgewtî

Le ber dergay her malî
Her kîlîseyî
Her eşkewtî
Le ser gaberdî her şaxê
Le ser dirextî her baxê
Lem wilate
Le ser her biste zemîne
Le jêr her geze asmanê
Metirse

Be hêmenî ser daxe
Û tace gulîneket danî

Helbest: Evdila Pêşew